![]() |
|
|
#1 (permalink) | |||||||||
|
Co-Administrator
![]() |
ciwan haco dan yeni allbüm hazırlığı
![]() Hunermendê bi navê deng ya mûzîka hemdem a Kurdî Ciwan Haco dest bi amadekariyên albûmeke nû kir. Li gor agahiyan albûm dê dawiya 2008'an de bigehêje destê guhdarvanan. Her wiha hate hîn bûn ku wekî ku Ciwan Haco di her albûmê de bi şêwazeke din derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe di vê albûma xwe ya nû de jî şêwazeke nû û pêşketî bikarbîne. Her wiha hate hîn bûn ku Ciwan Haco ser projeyeke din jî dixwebite û di vê projeya xwe de jî hin stranên gelêrî ji nû modernize bike û bistre. Ciwan Haco ji sala 1978'an vir ve bi avayekî profesyonelsale ku xizmetê dide Mûzîka Kurdî û heta niha 14 albûmên wî tevlî arşîva mûzîka Kurdî bûne.Ciwan Haco (Ji xeynî Koma Wetan) mûzîka Kurdî de yekem şêwazên modern wek rock,blues,cazz,etno-cazz,etno-pop,etno rock,elekronîn cazz bikarnî.Ango Ciwan Haco destpêka Mûzîka Modern a Kurdî ye. Ciwan Haco li gel hemû rexneyên neyenî armanca xwe dev ber neda û serket.Piştî Ciwan Haco gelek ciwan û mûzîkkarên kurd dest bi çêkirina mûzîka modern kirin û ev yek jî bû egere pêşketina Mûzîka Kurdî.Em dikarin Ciwan Haco wek şoreşvana mûzîka Kurdî bi nav bikin.Heta niha her albûmê Ciwan Haco bi baldarî hat şopandin û gûhdarî kirin. Ciwan Haco herî dawî 2006’an albûmek bi navê “Off” ku bi şêwaya pop hatibû amade kirin û asta qelîteya wê albûmê gelek zêde bû û hezkirîyên Ciwan Haco û guhdarvanên muzîka Kurdî gelek jê menun ma bûn derxistibû. Di albûma “Off” de avayên rock, pop û hwd… hati bûn bikaranîn û di warê saundê de jî di asteke bilind de bû. “Off” li gel korsan û mp3'an dîsa jî di warê firtoinê de serketineke mezin bidest xisti bû. Ciwan Haco bi her albûma xwe deriyeke cûda bo muzika Kurdî vekir û şêwe û avayên cûda bi pêşketineke deng û muzîkalî tevlî muzîka Kurdî kir. Wisa tê hêvî kirin Ciwan Haco bi vê albuma xwe jî hem di warê muzîkalî û hem di warê sektorî de gelek tiştan bide muzika Kurdî Albûmên Ciwan Haco Ku hate niha derketine evin; 1-Emîna Emîna(1970) 2-Pêşmerge(1978) 3-Diyarbekîr(1981) 4-Gûla Sor(1983) 5-Leyla(1985) 6-Girtîyên Azadîyê(1987) 7-Çaw Bella(1989) 8-Sî û Sê Gulle(1991) 9-Dûrî(1994) 10-Bilûra Min(1997) 11-Destana Egîdekî(1998) 12-Derya(2003) 13-Na Na(2004) (Single) 14-Off(2006) |
|||||||||
|
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||
|
Süper Vip Üye
![]() Üyelik tarihi: 03-01-07 Bulunduğu yer: keşfedilmeyi bekleyen yerden
Ruh Halim:
![]() |
sıpas ciwan abi emeğine sağlık
__________________
hayallerin kurulduğu ve düşlerin yok olmadığı, bu gözlerinse dolduğu, zamanın donduğu bir yerdeyim, |
|||||||||
|
|
|
|
|
#4 (permalink) | |||||||||
|
GeneL Moderator
![]() Üyelik tarihi: 18-11-06 Bulunduğu yer: Anneler diyarindan :) Yaş: 23
Ruh Halim:
![]() |
saolasin bilgi icin ciwan..;)
__________________
Sen benim hayatımda ρiyon'sun, seni kaybedersem 2 puanım gider,ben senin hayatında şah'ιм beni kaybedersen oyun biter... |
|||||||||
|
|
|
![]() |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|